JI BO GELÊN DINYAYÊ JI TIRKIYEYÊ NAME

Em bûn şahid ku di 15’ê Tîrmehê de li Tirkiyeyê teşebuseke derba leşkerî hat kirin. Her çiqas ecêb be jî, rewşeke ne zelal be jî, her çiqas kiryarên wê ne diyar be jî, her çiqas nakokî di nav îfadeyên girtiyan de hebe jî, ev teşebuseke rastî ya derba leşkerî bû.

Rast bû ku piştevanê darbeciyan Fetullah Gülen bû, têkiliyên Fetullah Gülen bi rêvebiriya DYA’yê re hebû. Xêynî vê, di teşebusa derbeyê de gelek şopên Pentagon û CIA’yê derket holê.

Neqedandina vê teşebusa derbê, kêrî gelê me hatiye. Ku derb çêbûya, komên kedkar ku li dijî her pirsgirêkên pergala kapîtalîst li ber xwe didin, dê li dijî şertên girantir û zehmettir bima. Divê neyê jibîrkirin ku darbecî NATOcî bûn, xwediyê felsefeyeke Îslamî bûn, hêzeke wan a mezin a sermayeyî mezin hebû û wan bi dehan salan xizmeta yekdestiyên navneteweyî dikirin.

Tiştekî din ku divê neyê jibîrkirin jî ev e ku, Fethullah Gülen di Komeleya Berxwedana Li Dijî Komunîzmê (Komünizmle Mücadele Derneği) de dest bi siyasetê kiriye. Ev komele, di salên 1960’î de ji aliyê CIA’yê ve hatibû avakirin.

Di vê rewşê de ya ku ecêb e û xem dide jî ev e ku, darbecî û hedefa wan a pêşîn Erdogan, di heman kevneşopiya îdeolojîk û ya siyasî hatine. Îslamîzm, antî-komunîzm û sedaqeta sinifa sermayeyê taybetmendiyên Erdogan in jî û ew jî ‘eynî mîna Fethullah Gülen bi salan di senaryoyên Rojhilata Navîn a bi serokatiya Emerikayê de rol hildaye.

Hêrsdariya di nav DYA û Erdogan de, ya di nav çend welatên Yekitiya Ewrûpayê û Erdogan de ji ber zêdetir sedeman e. Ji van sedeman pêşiye mirov dikare van bijimire: Neserkeftbûna li Sûriyeyê, tim di nav Tirkiyeyê de tansiyona ku Erdogan derdixe, li gel piştgiriya hilbijêran di pergala dewletê de belavbûna bandora wî, nezeftbûna wî. Lêbelê ev hêrsdarî, bûye parçeyek ji berxwedana ekonomîk û siyasî ya di nav Federasyona Rûsyayê û DYA û welatên nêzî DYAyê de.

Rêvebiriya Pûtîn, hem bi xweşî, hem bi awayekê ku ew bitirse ji bo derketina ji NATOyê, ji bo jidûrketina dorpêçkirina Rûsyayê ji aliyê NATOyê ve, li Erdogan şîret dike ku Erdıogan di nav şerekî hebûnê de ye û di nav tecrîtekê de ye.

Li Tirkiyeyê hejmara wan kesên nêzî serdestan qet kêm nîne ku piştî teşbusa derba leşkerî DYAyê û YAyê rexne dikin û dibêjin “Divê em hevkariyê bi Rûsyayê re bikin.” Bêguman ev meyldarî encama tercîha burjuvaziya Tirkiyeyê nîn e, ev ya koma rêvebiran e ku ew zehf ji teşebusa derbê ditirsin û cihekî ewle digerin.

Qetandina têkiliyên ekonomîk, siyasî û leşkerî ya bi taybetî di nav Tirkiye û Elmanyayê de, ya di nav Tirkiye û DYAyê de, tenê li Tirkiyeyê bi şoreşeke sosyalîst gengaz e. Di nav pergala di vê gavê de berê xwe guhirandin, wê îxtimala kaoesê, ya şerê hundirîn û derveyîn zêde bike.

Tiştên ku dibin, nîşan didin ku wê bazariyeke mezin di nav rêvebiriya niha û DYA û YAyê de berdewam bike. Burjuvaziya Tirkiyeyê di vê astê de her ku diçe zêdetir pêşdestiyê dike, muxalefeta sîstemê di nav bazariyan de navbeynkariyê dike.

Xêynî vê Tirkiye, piştî teşebusa derba leşkerî ketiye pêvajoyekê ku hiqûq hatiye sekinandin, her biryar û kirariya vesazkirina dewletê ketiye destê komeke biçûk a rêvebiran. Girtin û ji kar derxistin ku dibêjin ji bo darbeciyan tê kirin, her çiqas ji bo gişkan nebe jî gihiştiye unsûrên pêşverû, yên şoreşger, yên komunîst ku wan bi salan li hemberî tarîqata Fethûllah Gulen û rêxistinên Îslamî, yên dişibin van li ber xwe dabûn.

Di nav van şert û mercan de Partiya Komunîst , ji bo gelên dinyayê, ji bo rêxistina sinifa karkeran, ji bo hêzên şoreşger û komunîst vê bangewaziyê dike:

1. Hûn ne mecbûr in ku xwe nêzî hikûmeta niha an jî Fethûllah Gulen bigrin ku wî teşebusa derba leşkerî kiribû. Darbeciyan planeke xwîndar, ya qeleş, ya binkol kirin rewacê. Hikûmeta niha jî bi van darbaciyan re ‘eqreba ye, bi salan wan bi tevatî zorî li keç û xortên gelê me kirine. Yên ku divê hûn pişta xwe bidinê, bi mîlyonan kedar û temsîlkarên wan ên sîyasî ne ku kedxwariya kapîtaliîst wan şikand, wan di zoriyê de hişt.

2. Gengeşiya di nav çapemeniya navneteweyî de ye ya “Darbe rast bû an nebû” kêmînek e, neketina vê gengeşiyê divê. Ya ku divê mirov bike gengeşî ev in; çekên navokî yên li baregeha Încîrlikê, operasyonên veşarî yên NATOyê, çawa û ji bo kî/ê çêkirina rêxistieneke di nêzî sed welatan de di xizmeta sinifa kapîtalist de ya Fethûllah Gulen, karên zêde yên di nav Erdoganê Îslamîst û rêberên Ewropayê yên “sekuler” de, pêşkêşbûna hebûna gelemper ji bo tekelên navneteweyî, kedxwariya bêeman a ku kedkar û karker dûçar mane.

3. Her çiqas li dijî serdestiya dijminê gel bibin jî divê li dijî midaxeleya her navendên emperyalîst, li dijî her teşebusa şoreşa nezelal bibin. Kapîtalîstê baş, ê nebaş tune ye. Diyar e çiqas ji dil nîn e ku NATO û YA dibêje ku em ji ber azadî û demokrasiya Tirkiyeyê endîşe dikin. Rizgariya civakî ya Tirkiyeyê, wê bibe berhema gelê kedkar ê vî welatî.

4. Herwiha ev jî nefambar e ku Rûsyaya Pûtin wekî rizgarker tê dîtin. Dema ku mijara axaftinê dibe Tirkiye helwesta Rûsyayê bi temamî dibe pragmatîk, bi berjewendiya sinifên serdest ên Rûs helwest diyar dibe. Rêvebiriya Pûtin ku salek berê nizanibû Erdogan çawa bike, piştî ketina balafira Rûsî li Sûriyeyê îlan kiribû ku Erdogan sûcdarê şer e, hê di ser de dosyayeke tijî bi delîl dabû KMyê. Çend hefte berî teşebusa derbê jî ‘eşqa di nav Pûtin û Erdogan de dîsa dest pê kir. Em dahatûya welatê xwe ji wan dengeyan re nahêlin ku ew di nav dinyaya kapîtalîst-emperyalîst de ne.

5. Îslama devnerm, têgihek e ku ji aliyê DYAyê ve hatiye çêkirin. Azadiya bawerî û perestiyê ya mirovan ji mafên bingehîn in. Lêbelê ol, divê ji her qada siyaset û hiqûqê bê derxistin. Devnermiya vê nabe. Li Tirkiyeyê her ku kî/ê an jî her tevgera li ser navê olê an jî bi referansa olê siyasetê dike, sûcdar e. Hînbûna giringiya mînaka laisîzma Tirkiyeyê, firsetek e ji bo hînbûna ku laisîzm ji bo bindestan çi tiştekî jiyanî ye. Ev firset, bi cîhdayîna îdeolojiyên dijminê xerîban, ên nîjadperwer ên li Ewropayê na; ev firset, divê bê nirxandin ku destketiyên berê yên mirovahiyê bi berxwedana li dijî kapîtalîzmê çêbûne.

6. Dîroka Tirkiyeyê, dîroka derban e, ya kuştinên siyasî ne, ya fanatîzma olî ye, ya mîlîtarîzmê ye. Lêbelê Tirkiye ji vê pêk nayê. Di dîrokê de li Tirkiyeyê tiştên baş jî bûne. Komara Tirkiyeyê, bi berxwedana li dijî dagiriya emperyalîst, bi hevkariya Rûsyaya Sovyet a civan hatiye avakirin. Ji 1923’an heta niha li welat li dijî şer, zorî, dagiriya kapîtalîst berxwedanan tim berdewam kiriye, sinifa karkeran pengavên komî pêk aniye, helbestkarekî komunîst ê navneteweyî yê mîna Nazim Hîkmet, ji vê axê derketiye. Tevgera gel a meşrû a ku sê sal berê li dijî serdestiya siyasî derketibû îşaret dike ku, îro li Tirkiyeya ku bûye dika şerê du hizbên Îslamî cepeyeke din jî heye. Em gazî li we dikin ku hûn cepeya kedê bişopînin, bi wê cepeyê pişt bidine hev, hûn dengê wê bidin der. Ku pereyên, dîktatorên, darbeciyên tekelan hebe kevneşopa enternasyonalîzmê ya kedkaran, ya şoreşgeran, ya rewşenbîrên şoreşger, ya mîlîtanên komunîst heye.

BILA BIMRE EMPERYALIZM

NATOYA WARÊ MIDAXELE Û DERBEYÊ, YEKITIYA EWROPAYÊ YA EMPERYALÎST BILA JI HEV BELAV BIBE

BILA BIJÎ LÊGERÎNA MIROVAHIYÊ YA WEKHEVIYÊ, YA AZADIYÊ, YA DADÊ

PARTIYA KOMUNÎST